Di vegera zozanê de qeza: 2 mirî 7 birîndar

Di vegera zozanê de qeza: 2 mirî 7 birîndar

Li Hawêla navçeya Sêrtê malbateke ku bi qamyonetê ji zozanan vedigerîya qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes mirin 7 kes jî birîndar bûn.

Li Hawêlê (Baykan) şofêrê qamyonetê hakimiyeta dîreksîyonê wenda kir û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes mirin 7 kes jî birîndar bûn.     

Li gor agahiyên hatin wergirtin qamyoneta ku ji zozanan vedigerya û malbatek tê de bû li mevkîya gundê Ergîna Hawêlê qeza kir. Qamyoneta bi plaqeya 13 KA 765 a ku şofêrê wê Kerem Balakanê 40 salî bu hakîmiyeta dîreksîyonê wenda kir û li kêleka rê qelibî. Di encama qezayê de kesên navê wan ne eşkerene yek jin û yek jî zilam tev de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 7 kes jî birîndar bûn.           

Midaxeleya ewil ji teref yekîneyen girêdaye cendermeyên ku nêzîkî cîye bûyerê bûn ve hat kir.

Piştî ku xeber hat dayîn tîmên tendirustiyê hatin sewqkirin cîye bûyerê. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û hatin xistin bin tedawiyê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

 








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.