Di warêcîhazên bihîstinê de heyama firotina bêheq dest pê kir
Ji teref Saziya Ewlehiya Civakî ve di warêcîhazên bihîstinê de heyama firotina bêheq hat destpêkirin.
Saziya Ewlehiya Civakî bi rêkûpêkkirina nû ya ku amade kir ew ê ji nêzî 3 milyon kesên kerr in re cîhazên bihîstinê bêheq belav bike. Li gor qerarê ew ê kesên ku guhên wan nabihîzin karibin ji medikal û eczaneyan bêheq tedarik bikin.
Hat ragihandin ew ê ev yek bi hevpeymana ku dê bi medikal û eczaneyan re bê kirin dest pê bike bi vê sepana nû ew sepana kevin a ku welatî pêşî heqê tiştê ku distand dida û dû re ji SGKyê digirt bi dawî bû.
Arîkarê Serokê Giştî yê SGKyê Orhan Koç di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir li Tirkiyê bi hezaran kesên kerr di nav sed zehmetiyê de hewil didin cîhazên bihîstinê bistînin û dû re wiha li axavtina xwe zede kir: " Di sepana kevin de welatî ji bo cîhazê heq ji berîka xwe dida û dû re piştî 50 belgeyên ku distand serî li SGKyê dida û hewil dida pereyê xwe bistînin. Ev yek ji bo welatiyê me yê ku kerr bû pir zede rehmet bû. Hinek welatiyên me bes ji ber vê nûkirinê nediçûn cîhazên xwe nedistandin."(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.