Di xwepêşanên li Rûsyayê de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin

Di xwepêşanên li Rûsyayê de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin

Bi banga Navalnyê lîderê mixalif li tevahîya welêt doh li zêdetirî 60 bajarî xwepêşan hatin lidarxistin.

Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny  protesto kirin û daxwaz kirin ku Navalny bê berdan.

Xwepêşandêrên ku li Qada Puşkîn kom bûn xwestin ku bi ber Kremlînê ve bimeşin, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn û hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin

Serokê Şaredarîya Moskovayê derbarê xwepêşanan de destnîşan kir, xwepêşanên ku tên kirin ne yên qebûlkirinê ne.

Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.