Di xwepêşanên li Venezuaelayê de hejmara miriyan derket 102an

Di xwepêşanên li Venezuaelayê de hejmara miriyan derket 102an

Ev nêzî 4 mehan e ku li Venezuaelayê him terefdarên hikûmetê û him jî dijberên hikûmetê xwepêşanan li dar dixin. Di xwepêşanan de heta niha 102 kesan mirin.

Di xwepêşanên ku di van 4 mehên dawî de li Venezuelayê hatin lidarxistin de 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ew ê roja yekşemê li welêt ji bo endamên meclîsa ku dê makeqanûna nû amade bikin bên diyarkirin dê hilbijartin bên kirin. Kesên xwepêşander ên ku ji vê hilbijartinê nerazîbûn  ji bo 2 rojan grev dan destpêkirin. Di roja ewil a greva giştî de  di pevçûnên ku derketin de 2 kes mirin.

Digel van her du kesên ku mirin hejmara kesên ku di xwepêşanên li Venezualeyê de mirin derket 102an.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.