Di xwepêşanên li Venezuaelayê de hejmera miriyan derket 93an

Di xwepêşanên li Venezuaelayê de hejmera miriyan derket 93an

Ev 100 roj e ku li Venezuaelayê him terefdarên hikûmetê û him jî dijberên hikûmetê xwepêşanan li dar dixin. Di xwepêşanan de heta 93 kesan mirin.

Hat ragihandin heta niha  di xwepêşanên  ku li Venezuaelayê tên lidarxistin de  hejmera miriyan derket 93an. Ji ber ku di sala 2014an de cezaya hepsê ya serokê muxalefetê wek hepsa malê hat guhartin re li dijî hikûmetê protesto dest pê kirin.

Bi hezaran kesên ku terefdarên hikûmetê ne  li Caracasa paytezta welêt xwepêşanan li dar dixin. Xwepêşanên ku hatibûn destpêkirin ev 100 roje ku berdewam dikin. Ji ber ku di xwepêşanan de xortekî 16 salî hat kuştin pevçûn dest pê kirin. Di pevçûnên ku dest pê kirin de heta 93 kes hatin kuştin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.