Di Zanîngeha Dîcleyê de ji bo du rojan nobeda çadirê hat destpêkirin

Di Zanîngeha Dîcleyê de ji bo du rojan nobeda çadirê hat destpêkirin

Komên xwendekar ên ku li Zanîngeha Dîcleyê ji bo balê bikşînin ser qirkirina li Xezzeyê hatin cem hev, îro û sibê li kampusa zanîngehê bernameya nobeda konê li dar dixin.

Komên xwendekaran ên ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê di warên cuda de çalakiyên cuda li dar dixin, ji bo balê bikşînin ser qirkirina ku ev zêdeyî 7 meh in li Xezzeyê ji aliyê rejîma îşxalker ve tê kirin û Mescîda Eqsayê bihêlin, rêze bernameyan li dar xistin.

Bernameya ku dê çalakiyên curbecur ên wekî îlahiyan û awaz, meş û daxuyaniyên çapemeniyê pêk bîne, îro danê nîvro di çalakiya nobeda kon a ku bi silogana "Întîfada Kampusê" hatibû destpêkirin, dest pê kir.

Serokê Kuluba Ciwanan a Bîlge Mehmet Çakir der barê çalakiyê de daxuyanî da û diyar kir ku armanca wan a ji bernameyê ew e ku balê bikşînin ser komkujiya li Xezzeyê didome û hemû xwendekarên zanîngehê banga bernameyên xwe kir.

Çakir derheqê bernameyê de agahî da û weha got, “Wek ku tê zanîn ji 7ê Cotmehê vir ve îsraîlê qirkirinê bikartîne û em jî ji bona ku wî qirkirina wî bê dawîkirin li vê derê çalakîyek lidardixin. Li wê derê herb tineye, li wê derê qirkirin heye; jîyan, perwerdehî û tenduristî sekinîye. Em jî ji bona ku bi lez û bez ev dawî bibe çalakîya çadiran dan destpêkirin.”

Çakir weha got, “Îro ew ê Koma Meşê bi me re be. Sibe jî wê bi îzna Xwedê piştî nimêja Înê meşeke me hebe. Em du roj çalakîya ewakî li dar dixin. Em wisa hêvî dikin ku dengê me bila gur derkeve, dewlet û welat ji vêya re bertekek nîşan bidin. Daxwazîya me ya ji Xwedê ev e ku bila bi lez û bez ev zilm dawî bibe. Tewra me û sekina me eşkereye û em jî ji bona ku tewr û sekina xwe nîşan bidin hatine li vê derê. Em hemû xûşk û birayên xwe yên xwendekar gazî vê çalakîyê dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.