“Dibe ku dewlet piyangoyê meşrû kiribe lê dînê me helal nekiriye”

“Dibe ku dewlet piyangoyê meşrû kiribe lê dînê me helal nekiriye”

ÊLIH - Aliman balan kişandin li ser heramên ku ji ber sersalê tên kirin û destnîşan kirin ‘Dibe ku dewlet meşrû kiribe lê dînê me helal nekiriye. Divê em xwe ji nexweşiya qumarê ya mîna ‘Piyangoya Neteweyî’ mihafeze bikin.”

Arîkarê Serokê Giştî yê Yekîtiya Medrese û Aliman Mela Beşîr Şîmşek di derbarê mijarê de destnîşan kir tu cihê pîrozbahiyên sersalê ne di dînê Îslamê de û ne jî di dînên din te heye, divê Misliman xwe ji van tiştan dûr bikin.

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber nêzîkbûna sersalê li bazar, kolan û sûkan masayên ‘Piyangoya Neteweyî’ hatine danîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êdî dîsa me dest bi dîtina van tiştan kir. Ji ber vê sedemê em feyde dibînin ku vê yekê dubara bikin; Tu cihê wê sersala ku ji bo wê haziriya pîrozbahiyê tê kirin di dînê me Îslamê de tuneye. Hetta di Xiristiyanî û di dînên din jî cihê wî tuneye. Ev yek dû re di nava baweriya Xiristiyaniyê de hat derxistin. Ji ber vê yekê em ji Mislimanan re tewsiye dikin ku ji vê dûr bisekinin. Lewra ev yek ne li gor baweriya me ye.”

“Dibe ku dewlet meşrû kiribe lê dînê me helal nekiriye”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di sersalê de bi destê dewletê lîstandina qumarê rastiyeke dilşewat e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em şahid dibin ku kesên dîndar jî beşdarî wê ‘Piyangoya Neteweyî’ dibin. Ev rastiyeke dilşewat e. Lewra di Qur’anê de sabît e ku hemû cûreyên qumarê heram in. Lewra pîyango, toto, loto, îddîa û hemû tiştên mîna van tev heram in. Pêwîst e temamê Mislimanan xwe ji van mihafeze bikin. Di roja me de hikûmeteke mutedeyyîn li serî ye û cûreya qumarê ‘Piyangoya Neteweyî’ bi destê dewletê tê teşwîqkirin û ji vê yekê re bêdeng dimîne ku ev êşeke mezintir e. Dibe ku dewlet meşrû kiribe lê dînê me helal nekiriye. Divê em bi vê yekê neyên xapandin. Divê em xwe ji nexweşiya qumarê ya mîna ‘Piyangoya Neteweyî’ mihafeze bikin. Divê em şeva sersalê bi tefekur, zikir û şikrê biborînin.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.