Dibe ku Îran tetbîqata medyaya civakî bigire
Serdozgerê Îranê Cafer Muntazerî diyar kir dibe ku ew tetbîqata medyaya civakî ya li welatê xwe bidin asêkirin.
Serdozgerê Îranê Cafer Muntazerî di merasîmeke ya ku li Tehran hat lidarxistin de wiha destnîşan kir: “Xerb, bi hemî derfetên xwe li dijî Mislimanan ketiye şerê çand û hunerê.” Ji ber vê yekê Muntazerî diyar kir dibe ku ew li Îranê medyaya civakî bidin asêkirin.
Muntazerî wiha diyar kir: “Heke hinek avantajên înternetê hebe jî carinan dibe warê cehennema xeternak. Ji me re dibêjin; ‘van tetbîqatan ranekin û azadiya gel ji wan nestînin.’ Ev azadiyeke çawa ye?” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.