“Dibe Ku TMK Rabe”

“Dibe Ku TMK Rabe”

Alîkarê serokwezîr Bulend Arinç, li New Yorkê (Nî yorkê) tevlî civîna xebatkarên medyaya Tirk bû

Arinç di civînê de li ser qanûna micadela li dijî terorê xeber da. Bulend Arinç da zanîn ku niha li Tirkiyê, 60 qezetevanên girtî û yan jî mehkûm hene. Sebebê vê jî, qanûna han e.
 
Saziyên azadiya medyayê yên navneteweyî jî, gelek caran rakirina qanûna micadela li ber terorê tînin ziman.
 
Di vî warî de Bulend Arinç wiha got: “Gava rewşa terorê li Tirkiyê yekser qediya, qet nebe hema di vê pêvajoya çareseriyê de sîleh bên berdan, vekişîna derveyê Tirkiyê pêk bê, orguta Pkkê guh bide gotina ku “em bêyî êrîşkirinê bi siyasetê fikrên xwe xeber didin û ligel hinek pêşveçûnan bi vanan re têkildar, dibe ku em qanûna micadela li dijî terorê rakin.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.