Digel kêmasiyan dê em ji guhertina makeqanûnê re bibêjin ‘erê’

Digel kêmasiyan dê em ji guhertina makeqanûnê re bibêjin ‘erê’

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Rihayê bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên neteweyî û mehelî re hat cemhev.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ji bo ziyaretê hat Rihayê û li vir bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên neteweyî û mehelî re hat cemhev. Yavuz di Serokatiya Bajêr a HUDA PARê de pirsên nûnerên çapemeniyê bersivand. 

Yavuz diyar kir ku digel kêmasiyan çima dê ew ji guhertina makeqanûnê re bibêjin ‘erê’. Dûvre Yavuz wiha axivî: “Mixabin Tirkiye hêj bi makeqanûna derbeyê tê birêvebirin. Makeqanûna mewcûd makeqanûneke berhema faşîst û cuntakeran e. Ji ber vê yekê ev makeqanûn di bin tesîra ruhê wesayeta leşkerî de maye. Ji ber vê yekê wekê herkesî em jî vê makeqanûnê gilîdar in. Di bergeha vê yekê de em ji her hemleyên ku derbe li vê makeqanûna derbeyê dide re dibêjin ‘erê’. Em dixwazin ku ji bilî ve were guhertin, ji nû ve makeqanûnekê nû were amadekirin.”

Yavuz diyar kir ku ew makeqanûnekê ya ku gor bawerî û nirxên gel di nav xwe de dihewîne, cudahiyan wek erînê dihesibîne, xwedî bingehekî îdeolojîk nîne, yekparêztiyê naxwaze û makeqanûnekê nû û ya ji siwîl dixwazin.

Yavuz wiha pê de çû: “Digel hemî kêmasiyan dê em ji derbeya ku derbe li makeqanûna derbeyê xistiye re bibêjin ‘erê’. Em temenî dikin ku ev hemle dê ji bo makeqanûnekê ya ku dê ji bilî ve were guhertin gava yekemîn bibe.”

“Nêzîkbûna li Îsraîlê dûrketina ji dinyaya Îslamê ye”

Yavuz di derbarê têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê ya ku di pêvajoya herî dawî de wek nêzîkî hevdû bûne de wiha axivî: “Em nêzîkbûna li Îsraîlê wek dûrketina ji dinyaya Îslamê dibînin. Erê rast e diîvê ku têkiliyên mirov bi cîranên mirov re xweş bibe û ev yek di astekî mormal de bidome. Lê em Îsraîlê wek dewlet nabînin. Îsraîl rejîmekî terorê ya xespê ye. Axên Mislimanan bi xespê ji wan sitandiye û wek xençer di dilê Ûmeta Îslamê de daçikiye. Rastî ev ji bo Umeta Îslamê kêmasiyeke mezin e. Ji xwe qedexekirina bangê ya ku divê di vê heyamê de kes hilnede devê xwe li Qudsê hatiye tetbîqkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e ku tu welatên Îslamê, rejîma terorê ya siyonîst wek dewlet qebûl neke.” (ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.