Dijminantiya Tesetturê Ya CHPê

Dijminantiya Tesetturê Ya CHPê

CHP dixwaze li meclîsê li ber parlementerên sernixumandî qirîzekê derxe

CHP dixwaze li meclîsê li ber parlementerên sernixumandî qirîzekê derxe. Wekî tê zanîn di dewra 28ê Sibatê de li meclîsê DSPê li ber parlementera sernixumandî Merve Kavakçiyê, tevgereke wiha pêk anîbû.

 
  Ji parlementerên AK Partiyê ya Mereşê Sewde Bayazit, ya Konyayê Gulay Samanci û ya Denîzliyê Nûrcan Dalbûdak çûbûn hecê. Pey vegera ji hecê qirar dane ku wê bi sernixumandî tevlî karên meclîsê bibin.
 
  Lê belê zihniyeta CHPê neguheriye ku dîsa dijminantiya tesetturê dike. Naxwaze tesettur di her sehayê de serbest be. Alîkarê serokê CHPê Faruk Loğoğlu wiha beyan kir: “Tiştê girîng parastina çanda siyasî û kevneşopî yên meclîsê ne. Em ê destûrê nedin. 29 parlementeran ji bo pêşxistina tevgerekê, 2 caran hatine ba hev û di heqê tewra hevpar de Kemal Kiliçdaroğluyê hişyar kirine.”
 
  Lê MHP destekê dide parlementerên sernixumandî. Ji MHPê Oktay Vural wiha got: “Xwezya berî niha hatibûna.” Ji Ak Partiyê Salih Kapusuz wiha tepkî nîşan da: “Ka CHPê digot ku ne li ber tesetturê ne? Kiliçdaroğlu jî gotibû ku ew ê pirsgirêka newekheviyê ya ji bo sernixumandinê hel bikin. Lê ev çi tevger in?” Dîsa ji Ak Partiyê Egemen Bağiş jî wiha got: “Eger tu dikarî, de nehêle ku bi tesetturê têkevin meclîsê?”
 
   Li aliyê din parlementera Konyayê Gulay Samanci jî wiha beyan kir: “Min ne ji bo înadê, ne ji bo endîşeyên siyasî serê xwe nixumandiye. Vê qirarê sirf ji bo ku emrê Xwedê ye daye. Tepkiya mixalefetê ji min re ne derd e. Ez dev ji qirara xwe bernadim.”
 
BANGAHEQ
 
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.