Dikandar ji greva ji bo Fîlîstînê re destekê dan

Dikandar ji greva ji bo Fîlîstînê re destekê dan

Ji bona ji zilma ku li Fîlîstînê tê kirin re bêdeng nemînin di hemû dinyayê de greveke giştî hat destpêkirin, dikandaran jî ji vê grevê re destekê dan îro (11ê Kanûnê) dikanên xwe girtin û biryara sekinandina danûstandinê girtin.

Dikandarên Agirîyê ji banga Yekîtîya Alimên Misilman re bersiv dan û bi girtina dikanên xwe destekê dan.

Hinek welatên Îslamî jî ji vê grevê re destekê dan û di sazîyên xwe yên raya giştî de tetîlê îlan kirin.

Dikandarên Agirîyê jî dikanên xwe girtin û ji camên dikanên xwe re nivîsên ‘Dikana me ji ber boyqota ku di 11ê Kanûnê de ji bo Xezze û Mescîdî Eqsayê tê kirin girtîye’

Bunyamîn Aslan ku dikana xwe girtibû û nivîsê li ser daleqandibû weha axivî, “Me xwest ku ji bûyerên li Fîlîstînê re bertekekî me hebe. Zilmekî di ortê de heye û me jî li hember vê zilmê dikanên xwe girt. Û em vê xessasîyetê ji hemû heval û dostên xwe hêvî dikin. Di ortê de zilmekî heye û em mecbur in ku ji vê zilmê re bibêjin êdî bes e.”

Muhammed Enesê dikandar jî derheqê grevê de axivî û weha got:

“Îro bi giştî me hemû dikanên xwe girtîye, danûstandina xwe daye sekinandin. Niha li Xezzeyê zilmekî heye û em dixwazin ku zilma li Fîlîstînê heye ji dinyayê re bidin hesandin. Me bi ferdî vê tiştê kir lê divê di alîyê dewletê de ev tişt bê firekirin. Divê sazî û sazîyên raya giştî di vî warî de bihessas bin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.