Dîplomatê Sûriye Îstîfa Kir

Dîplomatê Sûriye Îstîfa Kir

Hazim Çelebî Ji Ber Qetlîama Hûlayê Ji Sefîrtiyê Îstîfa Kir

Sefîrê Sûriye, yê Kalîforniya Hazim Çelebî, ji bo qetlîama Hûlayê protesto bike, dev ji sefîrtiya xwe berda.

Sefîrê Sûriye Hazim Çelebî wiha got “Carna dibe ku bêdengî û bêtevgera we, ji aliyê exlaqî ve qet nayê qebûl kirin. Qetlîama Hûlayê, êdî da qirikê. Serekdewlet Beşar Esed, ji operasyonên hikûmeta xwe mesûl e.”

Di zanîngeha Kalîforniya de, kursiya Çelebî heye. Çelebî da zanîn ku protestoyê xwendekaran li ser îstîfa wî tesîr kiriye.

Li aliyê din, serekcimhûrê Îranê Mehmûd Ehmedînecad, di hevpeyvîna bi kenala France 24 de wiha got “Bi vê qetlîamê ez pir ‘ecêb mam. Kî van cînayeta kiribe, divê bê ceza kirin.”  (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.