Dîsa Camî Şewitandin
Li Myanmarê zulm û wehşeta Bûdîstên hov û har dewam dikin. Li ber çavê alemê bi desteka hikûmetê, li muslumanan wehşet û qetlîaman rast dibin.
Li Myanmarê zulm û wehşeta Bûdîstên hov û har dewam dikin. Li ber çavê alemê bi desteka hikûmetê, li muslumanan wehşet û qetlîaman rast dibin.
Qetlîamên jenosîdê bi hevkariya çeteyên Bûdîst û dewleta Myanmarê bi lez didomin. Li bakurê rojhilata welêt li Laşiyoyê bi şev grûbeke Bûdîst, dîsa camî, êtîmxane û dikanên muslumanan şewitandin. Camî li herêmê ya herî mezin bû. Di hadîseyan de gelek musluman birîndar bûn. Hikûmeta Myanmarê tenê beyan kir ku, hadîse di bin kontrola wan de ne, bila xelk sakîn be.
Hadîse par dest pê kiribûn. Ev salek bû ku hadîse li herêmekê tenê diqewimîn. Niha li herêmeke din jî hadîse diqewimîn. Nêzî salekê ye ku di hadîseyan de zêdetirî hezar musluman hatine qetilkirin. Bi sed hezaran jî hîcretî welatên din kirine.
Li aliyê din lîderê muxalîf San Sûû Çîî beyan kir ku, dewlet ji bo muslumanan qirara hidûdê du zarokan dide. Qirarek wiha jî dibe parçeyeke qelihandina etnîkî. Lîderê mixalîf diyar kir ku, bi vê qirarê ew ê dewleta Myanmarê li dinyê bibe tekane ku, li ser grûbeke dînî yesax û hidûdê datîne. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.