Dîsko Tên Rakirin

Dîsko Tên Rakirin

Dîsko Tên RakirinCivîna Wezîran di serekatiya Serekwezîr Receb Tayîb Erdoğan de 6 se’et dewam kir.

 Pey civînê berdevkê hikûmetê Bulent Arinç beyanatek da medyayê.

Arinç, beyan kir ku: Wezîrê Mudafe’eya Millî İsmet Yilmaz, bi navê Teklîfa Qanûnê a Bo Disîplîna ‘Eskeriya Tirkiyê pêşkêşiyek kiriye. Li gor vê wê hukmên di derbarê disîplîna personelên ‘eskeriyê de ji nû ve bê tenzîm kirin.

Arinç, dîsa beyan kir ku bi vî awayî gelek şîkayetên ku di derbarê cezayên ‘eskeriyê de dihatin wê bên rast kirin û di serî de Odeyên cezayê yên ‘eskeriyê ku ji wan re tê gotin: “Dîsko” bên rakirin.

Arinç, di dewama beyanatên xwe de go: “ Sadullah Ergîn di derbarê  paketa darazê a çaran de me’lûmatan daye civîna wezîran, lê belê divê serastkirinên di van maddeyan de, bi serastkirinên qanûnan re bên minasib kirin.”

Arinç, di derbarê otopsiya Ozal ku tê gotin çar new’ê zehîran di naşê wî de hatiye dîtin jî go: “Dibe rast be jî û dibe derew be jî.”

Di derbarê Patrîotên ji Natoyê hatine xwestin de jî Arinç go: “ Ev fuze bi tenê ji bo xwe parastinê ne.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.