‘Divê Bexda beşek tezmînata xizmên Enfalkiriyan bigre stûyê xwe’

‘Divê Bexda beşek tezmînata xizmên Enfalkiriyan bigre stûyê xwe’

‘Divê Bexda beşek tezmînata xizmên Enfalkiriyan bigre stûyê xwe’

Hewlêr (Rûdaw) - Îro (21.10.2012) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel çend wezîran serdana devera Germiyan kir û li wê derê di merasîmekê de bingehê nexweşxaneyeke 100 qeryoleyî û çend projeyên din ên girîng danî. Nêçîrvan Barzanî ji nêz ve derbarê rewşa welatiyên deverê de zanyarî wergirt û guhdariya daxwazên wan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de li Kelarê bingehê nexweşxaneyeke 100 qeryoleyî danî û di merasîma vekirinê de gotarekek pêşkêş kir. Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de veqetandina budceya zêdetirî 200 milyon dolarê ji bo sînorê Germiyan a ji bo çend projeyan ragihand. Navbirî diyar kir ku di sibata sala bê de wê xebatê ji bo cadeyeke cotsaydî ya navbera Kelar û Derbendîxan bikin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser bûyerên ku di serdema rejîma Baasê de hatine serê xelkê devera Germiyan û got: “Divê hikûmeta federalî li Bexdayê beşek ji wê berpirsyartiyê hilgire, ji ber ew tawan ji aliyê hikûmetê ve bi navê dewleta Iraqê hatiye encamdayîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku tezmînatî maddî û manewî bide malbatên şehîd û Enfalkiriyên devera Germiyan. Herwiha daxwaz kir ku vî erkî bixin ser milê xwe û di qada navneteweyî de ji bo nasandina vî tawanê li dijî gelê Kurdistanî kirîn hewl bide.

Di dema serdema kabîneya pêncemîn de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana devera Germiyan kiribû, çend projeyên xizmetkirinê ji bo rûniştvanên navçeyê, xizim, malbatên şehîd û Enfalkiyên devera Germiyan pêşkêş kiribû.

Îro jî Nêçîrvan Barzanî çendîn projeyên xizmetkirinê yên di warê perwerde, tendirûstî, elektrîk, av, rê, navendên werşiî û 1500 xanî ji bo xizmên enfalkiriyan ragihand. Ji bo çêkirina van projeyan jî 250 milyar dolar hatiye veqetandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ez we piştrast dikim ku di demekî nêzîk de wê ev proje bikevin di warê cîbicîkirinê de. Em duh li vê derê bûn, îro li vê derê ne û sibe jî ger jiyan derfet bide, emê li vir bin û hinek projeyên din ragihênin.”

Piştre Nêçîrvan Barzanî serdana serokatiya zanîngeha Germiyan a li Kelarê kir, ligel serok û encûmena zanîngehê civiya. Navbirî damezirandina zanîngeha Germiyan wekî destkeftiyeke giring a ji bo navçeyê bi nav kir û hemû piştgiriya hikûmetê ji bo pêşxistina zanîngehê dûbare kir.

Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê guhdariya daxwaz û pêdiviyên encûmena zanîngehê girt. Navbirî budceyeke taybet a 10 milyar dînarî ji bo zanîngehê xerc kir ku pêdiviyên navxwe yên zanîngehê pê bên veqetandin.

Piştî vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî serdana bajarokê Rizgarî kir. Di merasîmekê de bi beşdariya komek kesûkarên şehîd, qurbaniyên Enfal û wezîran, berê bingehê projeya dirûstkirina 1500 xaniyên ji bo malbat, xizim û qurbaniyên Enfalkiriyên Germiyan danî. Bi temambûna vê projeyê jî wê hemû malbatên Enfalkiriyan ên Germiyan bibin xwedî xaniyên xwe yên taybet.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Rizgarî ligel wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan serdana sê malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan kir. Nêçîrvan Barzanî rewşa jiyana wan malbatan guhdar kir, malbatan jî ji ber serdanê keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Di saetên êvarî de jî Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê Kifrî yê dikeve îdareye Germiyan kir. Navbirî despêkî li cihên kevin, şunwarên Kifrî, qeyseriyên kevin ên Kifrî geriya û guhdariya rewşa şunwariyên herêmê kir. Nêçîrvan Barzanî aliyên peywendîdar ên hikûmetê ji bo şopandina rewşa şûnwarên dîrok û amadekariyên ji bo nûjenkirina şûnwar û qeyseriya kevin a Kifrî raspard.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe de ligel qeymiqam, berpirsê saziyên rêveberî û çînên Kifriyê civiya. Di civînê de despêkê qeymiqamê Kifrî raporek derbarê rewşa Kifrî û pêdiviyên bajêr de pêşkêşî Serokwezîr kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de bal kişand ser wê yekê ku Kifrî bajarekî kevne û pêwîstiya wê bi xizmetkirinê heye. Navbirî diyar kir ku navçeyê para xwe ji Enfal û wêrankirinê girtiye, lewra di bernameya hikûmetê de heye ku giringiyê bide vê herêmê. Navbirî dûbare kir ku hatine pêdiviyên wan bizanin û tişta ji hikûmetê bê, wê ji bo wan cihan bikin. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêwîstiya vî bajarî bi xizmetekî zêdetir heye û beşdarvan piştrast kir ku hikûmet xemxwere û ji bo destê avakirinê bigihêne bajar û wê çend projeyan encam bidin. Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku 28 milyar dînar ji bo sînorê Kifrî û nahyeyên wê veqet

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Ez bi serdana Kifriyê pir keyfxweş im û bi mîsogerî em ji bo wê yekê hatine ku ji bo bizanîn daxwaz û pêdiviyên we çine. Emê bi ciddî li ser van daxwazên we rawestin û jêre kar bikin. Hûn hêjayî hemû xizmetkirinan in, we şehîd û qurbaniyên mezin dane. Em dizanin hinek tişt hatine kirin, lê navçe hêjayî kar, proje û xizmetekî pir mezine. Ez we piştrast dikim ku tişta ji hikûmetê bê, emê ji bo navçeyê bikin.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.