“Divê bi makeqanûna nû di warê nîjad, ziman, mezheb û dîn de cudakarî neyê kirin”

“Divê bi makeqanûna nû di warê nîjad, ziman, mezheb û dîn de cudakarî neyê kirin”

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam derheqê rojeva hundir de nirxandinan kir.

“Dema ku AK Partî hat îqtîdarê di nav gel di de di vî warî de hêvîyeke mezin çêbû; lê belê AK Partî jî di vî warî de tiştek nekir ku di vî warî de miradê gel di ber wan de ma”

Saglam di nirxandina ku kir de balan kişand li ser gotinên amadekirina makeqanûna nû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birêz Serokomar Erdogan berî vê çendakî qala makeqanûneke nû kir ku vê yekê wê hêvîya makeqanûneke sîwîl a di dilê civakê de cardin zindî kir. Makeqanûna nû pedivîyeke bênîqaş e. Sedema gelek problemên mezin ên li welêt makeqanûna darbeyê ye.Makeqanûnên ku heta îro hatin amadekirin ji ber ku di bin şert û mercên rewşa awarte û di heyamên darbeyên leşkerî de hatin amadekirin pê ehemîyet ji xelqê re nehat dayîn û hat xwestin ku bi van makeqanûnan statukoya heyî bê parastin. Heta îro destûr nehat dayîn ku ev kevneşopî bê xerakirin.  Dema ku AK Partî hat îqtîdarê di nav gel di de di vî warî de hêvîyeke mezin çêbû; lê belê AK Partî jî di vî warî de tiştek nekir ku di vî warî de miradê gel di ber wan de ma.”

“Pêdivîya vî welatî bi makeqanûneke ku di navenda wê de azadî û mafên bingehîn ên welatîyan  hebin heye”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê makeqanûna nû ya ku tê xwestin bê amadekirin de nirxandinan kir û wiha got: “Pêdivîya vî welatî bi makeqanûneke ku di navenda wê de azadî û mafên bingehîn ên welatîyan  hebin  heye.Ger dê makeqanûneke nû bê amadekirin divê hemû terefên civakê li vê pêvajoya amadekirina makeqanûnê bên daxilkirin û xebateke piranî bê birêvebirin. Divê metneke wisa bê amadekirin ku da temamê civakê karibe li vê metnê xwedî derkeve. Dema ku ev makeqanûn hat amadekirin divê di warê nîjad, ziman, mezheb, dîn de cudakarî neyê kirin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.