Divê Mesela Tesetturê Bê Helkirin

Divê Mesela Tesetturê Bê Helkirin

Serekê platforma seferberiya tesetturê TESSEP Salih Demîr, da zanîn ku mîna meseleke ne muhîm, mesela tesetturê paşguh dikin.

Serekê platforma seferberiya tesetturê TESSEP Salih Demîr, da zanîn ku mîna meseleke ne muhîm, mesela tesetturê paşguh dikin. Salih Demîr beyan kir ku, wê musade nedin ku mesela tesetturê deynin aliyekî.

Demîr wiha got “Nexasim piştî kampanyaya deh milyon îmzeyê, divê mesela tesetturê qetî bê helkirin. Lazim e em vê meselê, zêde têxin rojevê. Hinek rayedaran digotin “bi rêziknameyekê be jî, ev mesele tê helkirin”. Ew çax bila van kesan vê mesela tesetturê çareser bikin. Xwe li ba xelkê musluman jî derewçîn dernexin.”

Salih Demîr wiha dewam kir “Em herkesî, di navbera 10 û 20ê Adarê de, dawetî çûna Enqerê dikin da ku, meselê çareser bikin. Eger em di çareserkirina vê meselê de semîmî bin, lazim e em jêhatî bin. Dengê me gur û bilind be. Înşallah emê bi yekwicûdiyê, vê meselê helbikin.”

Bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.