“Dixwazin em bi makeqanûna 82 model rêya xwe bidomînin”

“Dixwazin em bi makeqanûna 82 model rêya xwe bidomînin”

Serokwezîr Yildirim di mîtînga referandûmê ya li Karamanê diyar kir ‘Dixwazin em digel temamê neyîniyan rêya xwe bidomînin, çi dibe bila bibebila tu kes dest nede vê makeqanûnê. Lewra makeqanûn bi vê halê xwe ji bo astengkirina îradeya millî amûreke baş e

Serokwezîr Bînalî Yildirim di bergeha xebatên referandûmê de çû Karamanê û li wê derê xîtabî xelkê kir. Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û wiha axivî: “Ma hûn dizanin Kiliçdaroglu çi dike? Bi muxtaran re dicive û ji wan re dibêje ‘Muxtarno! Ger di 16ê Nîsanê de erê derkeve dê di 17ê Nîsanê de muxtartî bên girtin.’ Ma hûn bawer dikin? Ev derewa yekem. Diçe rawestgeha mînîbusan û ji şofêran re dibêje ‘Ger hûn di 16ê Nîsanê de bibêjin erê  ew ê xetên we yên mînîbusan betal bibin.’ Ma hûn bawer dikin? Ev jî derewa duyemîn. Ya sêyemîn jî; bi karsazan re tê bal hev  û ji wan re dibêje ‘Ger hûn di 16ê Nîsanê de bibêjin erê  ew ê piştî rojekê dest deynin li ser fabrîkayên we.’ Derew ne tenê 3, 33 heb in. Li ser piyan 40 derewan dike. Ez kîjan ji wan sererast bikim? Em dev ji wan berdin, em li karê xwe binêrin. Ew wek bombeyên ku pîmê wan hatine kişdanin in.”

 “Dixwazin em bi makeqanûna 82 model rêya xwe bidomînin”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir  CHP û HDP bercewiyên hev in û dû re di derheqê makeqanûna 82an de wiha nirxandinan  kir: “Dixwazin em digel temamê neyîniyan rêya xwe bidomînin, çi dibe bila bibe  bila tu kes dest nede vê makeqanûnê. Lewra makeqanûn bi vê halê xwe ji bo astengkirina îradeya millî amûreke baş e.”(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.