Diya Yavuzê Bedevkê HUDA PARê rehmet kir

Diya Yavuzê Bedevkê HUDA PARê rehmet kir

Diya Mehmet Yavuzê Berdevk û Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARêwefat kir.

Hat ragihandin diya Yavuz a ku ev 3 meh bû bi êşa pençeşerê ya gurçikê re micadele dikir  li Kahtaya Semsûrê ji ber nexweşiya xwe dihat tedawîkirin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Şadiye Yavuz(63) a ku li nexweşxanê dihat tedawîkirin doh di derdora seat pêncên danê êvarî de jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ew ê nimêja cinazê ya merhûme piştî nimêja nîvro li Mizgefta Celalettîn bê edakirin û dê li  Gorsitana Taxa Nû were definkirin.

Em jî wek Ajansa Nûçeyan a Îlkê ji Xweda ji bo merhûmê rehmet û ji bo malbat û hezkiriyên wan jî sebrê daxwaz dikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.