Diyanet ji xeberên ‘Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ re bertek nîşan da

Diyanet ji xeberên ‘Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ re bertek nîşan da

Serokatiya Karên Diyanetêdi derbarêxeberên ku bi sernava ‘Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ de daxuyaniyek hat da.

 Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve hatiye dayîn de ji xeberên ‘ Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ re bertek hat nîşandan.

Di daxuyaniya ku li ser navê Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dîn  ji ser hisaba twîtterê ya diyanetê  hatiye dayîn de hat diyarkirin pêwîstî çêbûye ku ew li ser xeberên ‘Bi pereyên haram dikare hec bê kirin’ ên ku di Rojnameya Sozcu û malperên din de derketine de daxuyanî bê dayîn.

Di daxuyaniya ku ji ser twîtterê hatiye dayîn de wiha hat gotin: “  Em dixwazin bi şikleke eşkere bibêjin ku  Lijneya Bilind a Karên Dîn  qetiyan fetwa nedaye û nikare bide ji bo bi pereyên haram hec bê kirin. Fetwaya ku lijneya me daye ev e; ew heca ku bi pereyên haram tê kirin  her çiqas weke ku hatiye edakirin xuya bike jî  heceke wisa li gor dîn ne meqbûl e û ne li gor armancên hecê ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.