Dîyarbekir di bin mijê de ye: Seferên balafiran betal bûn

Dîyarbekir di bin mijê de ye: Seferên balafiran betal bûn

Mija ku ji doh êvarê ve li Dîyarbekirê tesîrdar e, di seferên balafiran de bû sedema astengîyan û ji ber mijê hinek sefer hatin betalkirin.

Li navenda bajêr doh êvarê mijekî xwe nîşan da û wê mijê di seatên serê sibehê de xwe gur kir.

Ji ber mija gur di hinek cîhan de mesafeya dîtinê heta 20 metreyî ketîye xwarê, ji ber vê yekê li Dîyarbekirê di çûndin û hatinê de pirgirêk tên jîyandin.

Xeyn ji trafîkê di seferên balafirê de jî astengî tênê kişandin û ji ber vê yekê hinek sefer hatin betalkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.