Diyarbekir wek navend operasyona FETO: 11 binçavî
Diyarbekir wek navend li 12 bajaran operasyonên li dijî FETO hatin lidarxistin. Di encama operasyonê de 11 kes hatin binçavkirin.
Di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgeriya Komara Diyarbekirê ve dihat lêpirsîn de di derheqê 33 pîrekan de biryara qefilandinê hat dayîn.
Di vê bergehê de Diyarbekir wek navend li Stenbol, Enqere, Entab, Êlih, Riha, Xarpêt, Meletî, Denîzlî, Qeyserî, Qonya û Mêrdînê operasyon hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 11 gûmanbar hatine binçavkirin û ji bo ku yên din jî werin qefilandin xebat didomin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.