Dîyarbekirîyan di Şeva Regaîbê de ji bo Xezzeyê destê xwe vekirin

Dîyarbekirîyan di Şeva Regaîbê de ji bo Xezzeyê destê xwe vekirin

Bi minasebeta despêka Sê Mehan û Şeva Regaîbê li Dîyarbekirê di Haremî Şerîfa 5em de bername hat tertîpkirin, di bernameyê de ji bo Fîlîstînê dua hat kirin.

Rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Xezzeyê êrîş da destpêkirin û wan êrîşan jî berdewam dikin, Misilmanên cîhanê jî di destpêka Sê Mehan û Şeva Regaîbê de mezlumên Xezzeyê bîrva nekirin û ji bo duayê destê xwe vekirin.

Miftîyê Bajêr yê Dîyarbekirê Celal Buyuk, bîranît ku di van mehan de dua têne qebûlkirin, wî tewsîye kir ku bila di van mehan de gelek caran tobe bê kirin, dua bê kirin, ger ku mimkin be bila rojî bê girtin, nimêj di camîyan de bi cemaetî bên kirin, di van mehan de gelek xêr û xêrat bên kirin.

Buyuk, hedîsa Pêxemberê me ku gotibû “Xwedayê min Recep û Şebanê ji bona me mibarek bike û me jî bighêjîne meha Remezanê.” Bibîrxist û weha şîretan kir, “Şeva Regaîbê, şeva qendîlê ya ku xebera destpêka Sê Mehan e. Maneya ev kelîmê, yê ku ji wî re ragbet tê kirin, yê ku tê xwestin, yê ku tê telebkirin e. Tiştê ku Misilman ragbetê wî bike û tiştê ku Xwedê jê razî bibe, riza Xwedê û tiştên ku Xwedê jê razî bibe ne. Em ê vê şevê ji Xwedê efûya xwe bixwazin, ji bona ku em naîlê hezkirin, riza û mihabbetê wî bibin divê em xeyret bikin.”

Buyuk, “Tiştê ku vê şevê ji şevên dinê menetir bike îbadetên ku em îşev bikin in. Vê şevê şevekî bi bereket, xêra zêde û rehmatî wî pir e. Ji bona ku em ji vêya îstîfade bikin divê em vê şevê şîyar bibînin, gelek dua, tobe û îstîxfaran bikin.”

Buyuk di dawîya axavtina xwe de şîret û tewsîyeyan kir û weha got, “Resulê Xwedê bi taybetî mehên Recep û Şebanê bi rojîtî derbas kirîye. Ji ber vê yekê mirovên ku sihhetê wan baş in bila rojîyê bigrin, bi teybetî rojên Duşem û Pêncşemê rojîyên sinnetê bigrin, di van mehan de xêr û xêratan gelek zêde bikin. Nimêjên xwe jî heta ji we tê di camîyan de û bi cemaetî bikin.” (ÎLKHA)

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.