Diyarbekiriyan encama referandûmê nirxandin

Diyarbekiriyan encama referandûmê nirxandin

Diyarbekiriyên ku encama referandûmê nirxandin diyar kirin hikûmet bihêztir bûye û ew dixwazin çareyek ji bêkariyê re bê dîtinû dawî li berbeberiya di nava civakê de bê anîn.

Piştî ku encamên referandûmê diyar bûn re Diyarbekiriyan di derheqê encaman de hest û nêrînên xwe her wiha temenî û daxwazên xwe anîn zimên û encaman nirxandin. Diyarbekiriyên ku  encaman ji ÎLKHAyê re nirxandin destnîşan kirin ew dixwazin bi çavekî hêvîdar li îstîqbalê binêrin. Her wiha diyar kirin ji pêvajoyeke bi zehmet tê derbasbûn û divê hemû kes tiştê ku ji destên wan tê bikin.

Diyarbekiriyên bi navê Yusuf Ziya Oz, Mehmet Yusuf Korkut, Îlyas Aykan, Kayahan Tekîn, Abît Kiliç, Îbrahîm Bucagi, Azîz Uçar û Îbrahîm Zeyrek di derheqê encamê referandûmê de hest û nêrînên xwe wiha diyarkirin “Pêwîst e li Diyarbekirê pêşî ji bêkariyê re çareyek bê dîtin,  divê dawî li berberiya di nava civakê de bê anîn, divê temamê  dînamîkên heremê bên dîtin û divê bê zanîn ku temsîlkarê heremê tenê HDP nîne, ew dixwazin bajarê wan bi aram û hizûr be û  ew li benda xizmetê ne.”

Her wiha kesê bi navê Baran Ak jî di derbarê mijarê de diyar kir pêwîst e referandûm bê nûkirin.(ÎLKHA)






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.