Doç. Dr. Fethiye Akgül: Heke Hepatît B neyê tedawîkirin, dikare bibe sedema sîrozê

Doç. Dr. Fethiye Akgül: Heke Hepatît B neyê tedawîkirin, dikare bibe sedema sîrozê

Doç. Dr. Fethiye Akgül a Pispora Nexweşiyên Vegirtî (Enfeksiyon) û Mîkrobiyolojiya Klînîkî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, derbarê rêyên vegirtinê, nîşan û pêvajoya tedawiya Hepatît B de daxuyaniyên giring dan.

Doç. Dr. Fethiye Akgül a Pispora Nexweşiyên Vegirtî ku ji nûçegihanê İLKHAyê re axivî, diyar kir ku vîrûsa Hepatît B nexweşiyeke giran a vegirtî (enfeksiyon) ye ku bandorê li kezebê dike, û destnîşan kir ku divê di nav civakê de hişmendiya li hemberî vê nexweşiyê were zêdekirin. Akgül bi taybetî bal kişand ser ku li seranserê Batmanê vegirtina ji dayikê bo pitikê (bebeğe) pir belav tê dîtin.

Akgül anî ziman ku Hepatît B dikare gelek salan bêyî ku tu nîşanan bide pêş de biçe, ji ber vê yekê nabe ku kontrolên tenduristiyê yên bipergal werin îhmalkirin.

Akgül destnîşan kir ku tespîtkirina nexweşiyê di qonaxa destpêkê de hem pêvajoya tedawiyê hêsan dike û hem jî di rêgirtina li ber feteratên (komplikasyonên) giran ên wekî sîroz û pençeşêra kezebê de roleke girîng dilîze, û da zanîn ku divê welatî bi hişmendî tevbigerin.

“Hepatît B dikare bibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê”

Akgül destnîşan kir ku vîrûsa Hepatît B di hin kesan de di demeke kurt de derbas dibe, lê di hin kesan de jî dibe kronîk û van gotinan bi lêv kir: "Vîrûsa Hepatît B enfeksiyoneke vîral e ku bandorê li kezebê dike û sedema wê vîrûsa Hepatît B ye. Hinek kes nexweşiyê di demeke kurt de derbas dikin, lê di hinek kesan de jî dibe kronîk û di nav salan de dibe sedema sîroz an jî pençeşêra kezebê. Di nav rêyên vegirtina Hepatît B de têkiliya xwînê, têkiliya cinsî ya bêparastin û bikaranîna enjektorên hevpar hene. Gava em li seranserê Batmanê dinêrin, tê dîtin ku rêya herî berbelav a vegirtinê, di dema jidayikbûnê de derbaskirina ji dayikê bo pitikê ye."

“Bi têkiliya civakî ya rojane venagire”

Akgül anî ziman ku derbarê rêyên vegirtina nexweşiyê de di nav civakê de agahiyên xelet hene û wiha got: "Ev nexweşî bi têkiliyên civakî yên rojane, mîna silavdayîn (destnedana hev), hembêzkirin an jî xwarina ji heman firaqî venagire. Gava em li nîşanên wê dinêrin, dibe ku di gelek kesan de tu nîşan neyên dîtin. Di qonaxa akût (giran) de jî bêhêzî, dilhevketin, bêtamî (bê îşteh), êşên masûlke û movikan û êşa zik dikare were dîtin. Hepatît B nexweşiyeke weha ye ku bi vaksînê (aşî) rê li ber tê girtin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku vaksînên serdema zarokatiyê ji jidayikbûnê pê ve bêkêmasî werin kirin."

“Nexweşiyê normal dibînin û serî li nexweşxaneyê nadin”

Akgül destnîşan kir ku li Batmanê ji ber ku ev nexweşî di nav malbatê de pir tê dîtin hin welatî wê giring nagirin, û da zanîn ku ev yek dikare bibe sedema encamên giran.

Akgül ev tişt anîn ziman: "Tê dîtin ku li seranserê Batmanê mirov ji ber dîtina zêde ya nexweşiyê di endamên malbatê de, vê rewşê wekî genetîk an jî wekî rewşeke normal dinirxînin û ji ber vê yekê serî li saziyên tenduristiyê nadin. Lê belê, şert e ku ev kes her weha serî li saziyên tenduristiyê bidin. Ji bo nexweşan analîzên (tahlîl) pêwîst ên xwînê û teftîşên ultrasonê tên kirin. Li gorî encaman heke hewce bike biyopsî tê kirin û pêvajoya tedawiya guncav dest pê dike."

“Hepatît B ya ku neyê tedawîkirin dikare heta mirinê biçe”

Akgül bal kişand ser ku heke guh nedin Hepatît B dikare bibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û wiha axivî: "Heke Hepatît B neyê tedawîkirin û şopandina wê ya bipergal neyê kirin, nexweşî dikare bibe kronîk, bibe sîroz, pençeşêra kezebê, bibe sedema hewcedariya neqla kezebê û heta dikare bigihîje mirinê jî. Tespîtkirina zû ji bo rêgirtina li ber pêşveçûna nexweşiyê xwedî giringiyeke mezin e. Kesên ku difikirin vîrûsa Hepatît B bi wan re heye, divê serî li saziya tenduristiyê ya herî nêz bidin û taramên (pişkinînên) pêwîst bidin kirin. Heke Hepatît B were tespîtkirin, divê di polîklînîkên nexweşiyên vegirtî (enfeksiyon) an jî gastroenterolojiyê de pêvajoya tedawiyê were plankirin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.