Dost-Der Tepkî Nîşanda

Dost-Der Tepkî Nîşanda

Komeleya Dost Li Hember Rezaleta Îçkî Û ‘Eraqê Tepkî Nîşan Da

Li Mêrdînê di kokteyla Merasîma Vekirina Bîenal a Beynelmîlelî a Duyem de hat beyan kirin ku dê bi tenê ‘eraq bê îkram kirin. Li ser vê yekê Dost Der tepkî nîşan da. Rayedarên Dost Derê beyan kirin ku merasîmên bi vî awayî ji bilî ‘eraqê di nezera însanan de şîrîn bike tu feyda wê nîne.

Dost Der di vî warî de beyanatek weşande. Dost Der di beyanata xwe de wiha go: Di vekirina Bîenalê de îkram kirina ‘eraqê û ‘eraq vexwarina zarokên biniya 18 salî û ji vê rezaletê re sponsor bûna şarederî û Walîtiyê em bi şiddet şermezar dikin. Xisûsen Şarederiya AKP ku ji vê rezaletê re bûne sponsor digel ku em vê karê layiqê wan nabînin, em ji wan dixwazin ku dev ji vê ğeletiya xwe berdin û careke din tevlî bernameyên wisa nebin.

Di beyanatê de dîsa hat gotin ku: Bi behaneya ku emê Mêrdînê bikin Merkeza Hunerê sala çû li Medresa Qasimiye rezaleta transparan û îsal jî rezaleta îçkî û ‘eraqê... Vana rewşa xirab nîşan didin. Bi vî awayî dixwazin xort û keçên me xira bikin û wan hînê ‘eraqê bikin. Sponsoriya Şaredariyê û Walîtiyê ji vê organîzasyonê re bi tu awayî nayê îzah kirin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.