Doza Balyozê
Mehkemê Der Heqê Doza Plana Balyozê De Qirar Da
Di doza Plana Balyozê ku 250 jê girtî, 365 kes dihatin mehkemekirin de, di celseya 108ê ya li mehkema Sîlîvriya Stenbolê de, qirar hate dayîn.
Di doza Balyozê de li orgeneralên teqawîd Çetîn Dogan, Ozden Ornek û Îbrahîm Firtina, bi sûcê rêveberiya rêxistinê, ceza muebbetê hate birîn, paşê jî cezayê wan daxistin 20 salan. Qûmandarê Ordiya yekem Orgeneralê teqawîd Ergîn Saygin, Qûmandarê Akademiya Herbê Orgeneral Bîlgîn Balanli, parlamenterê MHPê Engîn Alan û deh general û amîralên din û albay Cemal Temîzoz 18 sal, albayê teqawîd Dursun Çîçek û 2 kesên din jî 16 sal ceza stand. 34 bersûc beraet kirin. Bi qirara dadgehê deriyê meclîsê li parlamenterê MHPê Engîn Alan hate girtin. Alan di hepsê de dihate mehkemekirin.
Mehkemê qirar da ku rewşa girtina 250 bersûcan dewam bike. Mehkemê her wiha qirar da ku 6 kesên ji derve têne mehkemekirin bêne girtin. Derbarê 69 bersûcên li derve ku ceza standin de, qirar û biryara girtinê derket. Dadgehê qirar da ku 34 kes bêne beraetkirin. Ji kesên qirara beraeta wan derket, yek ji wan albay, yên din jî sûbay in.
Ji ber ku vê gavê nexweş e û li GATAyê tê tedawîkirin, mehkemê qirar da ku dosyeya General Levent Ersoz ji dosyayên din bê veqetandin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.