Doza Darbeya 12 Îlonê
Li Enqerê li mehkema cezaya giran ya 12an, celseya 14an ya doza darbeya 12ê Îlonê hat lidarxistin.
Li Enqerê li mehkema cezaya giran ya 12an, celseya 14an ya doza darbeya 12ê Îlonê hat lidarxistin. Gelek kes û parêzer û parêzerên mexdûran tevlî mehkemê bûn. Mehkeme taloqî 27ê Îlonê bû.
Di dozê de serekcimhûrê 7an Kenan Evren û qomandarê hêzên hewayî yê wê dewrê Tahsîn Şahinkaya tên mehkemekirin. Berî niha îfadeyên wan bi dîmenan hatibûn stendin, her dû tevlî mehkemê nebûn.
Evren û Şahînkaya, bi sûcê teşebbusa guhertin û rakirina temam yan jî qismeke qanûna cimhûriyeta Tirkiyê, teşebbusa fesixkirina meclîsê û sekinandina wezîfa wê tên mehkemekirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.