Doza Engîn Çeber

Doza Engîn Çeber

Li 3 Wezîfedarên Hepsa Metrîsê, Ceza Muebbetê Hat Birîn

Li gor xeberan, Engîn Çeber û du hevalên xwe di heyama belavkirina kovaran de, di 28ê Îlona 2008an de, ji teref polîsan ve hatibûn desteser kirin. Li gor îddîayê Engîn Çeber li qereqol û hepsa Metrîsê, îşkence û me’mela xerab dibîne. Wî radikin nexweşxanê. Di dehê Cotmeha eynî salê de li nexweşxanê can dide. Li ser mirina wî di nav wan de midûr û ğardiyanên hepsê, esker û polîs jî hebûn, ji ber îşkencekirinê li 60 kesan doz hatibû vekirin.

Xeberan diyar kir ku doza Engîn Çeber bi dawî buye. Mehkema cezaya giran ya 14an ya Bakirkoyê, di der barê mirina Engîn Çeber ya bi îşkence û me’mela xerab de, yek midûr û du heb jî ğardiyan li 3 wezîfedarên hepsa Metrîsê, cezaya muebbeta ya hepsê birî. Nîhat Kizilkayayê girtî jî, 2 sal û 6 meh ceza girt û tehliye bû. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.