Doza Li Polîsê Emrîkayê

Doza Li Polîsê Emrîkayê

Li Emrîka te’de û zorbatiyên li ser muslumana dewam dikin.

 Li Emrîka te’de û zorbatiyên li ser muslumana dewam dikin. Li gor rêzenivîseke ku ji teref ajansa xeberan ya Associated Pressê (Asoşieytid Piresê) ve hatiye weşandin, polîsê New Yorkê bi metod û şeklên ğeyrî qanûnî, restoran, camî û kitêbxaneyên muslumana teqîb dike.

Digel ku li meydanê tu sûc û gumana sûcê tune ye jî, ji ber van bêqanûnî û teqîbkirinên polîsê Emrîka, hinek ebûqat û parêzer di aleyhê polîsê New Yorkê de doz vekir.

Bi tevlî ku van me’melên ğeyrî qanûnê bi nivîsên ajansê eşkere bûn jî, serekê belediyê û polîsê New Yorkê îddîa kirin ku, tiştên dikin ne ğeyrî qanûnî ne û wê tetbîqatên wan dewam bikin. Polîsan wiha gotin “Em li gor qanûnên antî casûsiyê yên 1970 tevdigerin. Em tiştekî bê qanûnî nakin.”

bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.