Doza Tezmînatê

Doza Tezmînatê

Neheqiyên Li Mehkûmên Hadîseya Sîwasê Ne Bes, Ji Wan Tezmînat Jî Tê Xwestin

Hadîseyên Sîwasê, bi delîl û şahid û beyana eşkere ye ku ji teref aliyên çepgîr û şebekên mîna Ergenekonê xerab pêk hatiye. Hat fêmkirin ku ji bo provokasyonê hatiye derxistin. Li ser hadîseya Sîwasê li Erzîncanê li gundê Başbağlarê qetlîam hat kirin. 33 kes hatin qetil kirin. Ên brîndar û seqet di halê xwe de man. Gundê wan hat vala kirin. Lê mixabin agirê hadîseya Sîwasê, tenê hinek xelk û kesên bêrê şewitand. Ji ber hadîseyan kesên sûcdar dihatin qebûl kirin, ji teref îdara edlî ya wê demê ve, bi cezayên giran hatin ceza kirin. Hê jî cezayên xwe di hepsan de dikşînin.

Li mehkûmên hadîseya Sîwasê, bineheqî ceza muebbet û cezên giran nebes, niha jî hat fêm kirin ku wezareta karên hundir mîna îhmala xwe ya di hadîseyê de ji bîr kiriye, radibe li 98 mehkûmên ku li pirê wan ceza muebbetê hatibû birîn û li malbatên wan doza tezmînatê vekiriye. Ji 1997an vir ve heta niha, di 6 dozên tezmînatê de milyonek lîra tezmînat tê xwestin. Hat îfade kirin ku haya mehkûm û malbatên wan, heta niha ji vê doza tezmînatê jî tune ye. Tê gotin ku wê qirara vê dozê di nêzîk de bê dayîn.

Wekî tê zanîn hadîseya Sîwasê di 2ê Temmûza 1993an de ji teref şebekê çepgîrên mîna Ergenekonê hatibû pêk anîn, ji xelkê kesên bêrê li 33 kesan ceza îdamê, li 65 kesan jî heta 15 salan ceza hepsê hatibû dayîn. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.