Doza Yasîn Boru dîsa hat taloqkirin (Hat nûkirin)

Doza Yasîn Boru dîsa hat taloqkirin (Hat nûkirin)

Niştina ku qetîlên Yasîn Boru û hevalên wî dihatin darizandin taloqê 24ê Nîsanê bû.

Niştina ku qetîlên Yasîn Boru û hevalên wî Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin taloqê 24ê Nîsanê bû.

Hat ragihandin ku bersûc, hinek parêzerên bersûcan, parêzerên muştekî û malbatên mexdûr beşdarê niştinê bûn.

Di niştina berî de heyeta mehkemê ji bo ku temamê parêzeran beşdarê niştinê bibin hişdarî dabû. Lê dîsa parêzer beşdarê niştinê nebûn. Ji ber vê yekê biryara vê dozê dîsa hat taloqkirin.

Serokê Mehkemê Husamettîn Otçu di niştinê de wiha diyar kir: “Di gel îqazan hat dîtin ku 21 bersûc û 11 parêzer amade nînin. Me di niştina berî de îqazên ku hewce dikir kiribû. Dema ku li daxwazname û mazaretên ku Ferdî G. daye tê mêzekirin tê fêmkirin ji bo ku biryar neyê dayîn parêzeran mazeretên xwe ragihandine. Dê beyanên kesên ku hazir in werin sitandin. Di derabrê kesên ku dê beşdarê niştina beriya me de nebin de wek daxwaz ji bo ku di şûna wan de parêzerên din werin şandin dê em serî li baroyê bidin.”

Ji parêzerên muştekî Murat Sadak diyar kir ku armanca vê yekê ew e ku doz were dirêjkirin û ji bo ku daxwazên parêzerên bersûcan werin redkirin daxwaziya xwe ragihandine. Dûvre Sadak wiha diyar kir: “Hatiye fêmkirin ku parêzwerên bersûcan ji bo ku niştinê dirêj bikin beşdarê niştinê nabin. Em ji ber ku wezîfa xwe xerab pêk tînin daxwaz dikin ku werin sûcdarkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.