Doza Yasîn Boru hat taloqkirin
ENQERE - Hat ragihandin doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de tên darizandin taloqî 15ê Sibatê hat kirin.
Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li alîgirên xwe kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de alîgirên PKKê derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê hat dîtin. Di encama niştina ku di seat 10.00an de dest pê kir de hat dîtin hinek belgeyên ku mehkeme teleb kiribû hatine û hinek jî negihaştina li ber destên heyeta mehkemê. Her wiha hat dîtin gelek kesên bersûc jî berşdarî dozê bûne.
Di encama dozê de doz ji teref mehkemê taloqî 15ê Sibata 2017an hat kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.