Du Bira Fetisîn

Du Bira Fetisîn

Li Erzoromê Qanalên Avê Du Can Sitendin

Pey hatina havînê bûyerên fetisandina di av û çeman de jî zêde dibin. Roj tuneye ku xebera fetisandina hinek xort û ciwanan nayê.

 

Li Erzoromê du birayên ku ji bo xwe hênik kin ketin qanalên avdanê fetisîn.

 

Li gor hatiye hînkirin du birayên bi navê Îsma’îl û Ferhat Özer di qanalên avdanê de fetisîn. Pey gerînê cesedê her dû birayan hat dîtin. Her dû bira ji bo hênik bibin dikevin qanalên avê yên di navbera Mezra Musakomu û gundê Akçakoca de. Pişt re du qanalên avdanê de winda dibin.

 

Pey gerîna ji bo dîtina her du birayan her du bira hatin dîtin. Her du bira hatin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê a Tekman. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.