Dûweyk Azad e

Dûweyk Azad e

Berdevkê Meclîsa Filîstîn Dûweyk Hat Berdan

Li gor xeberan, hat îfade kirin ku berdevkê meclîsa Filîstînê û wekîlê Hamasê Ezîz Dûweyk, hat berdan. Piştî berdanê, Ezîz Dûweyk li deriyê Beytê Sîrayê, ji teref dildayên xwe hat pêşwazî kirin.

Wekî tê zanîn, ordiya siyonîst di 19ê çileyê de, li deriyê Et tariqa navbera Quds û Şerîa rojavayê de, Dûweyk desteser kiribû. Bêsûc ev serê şeş meh di hepsê de dihişt. Jixwe, siyonîst Îsraîl, bê bihane û sebeb Filîstîniyan digre û wan di bin îşkence û lêpirsînê hepsan de derbas dike. Di vî warî de guhnade tu qirar û lewma.

Piştî berdana Gîlat Şalît, siyonîst Îsraîl ji wan kesên di bedêla Şalît de berdabû, çend kes dîsa girtibû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.