DYA êrîşî baregaha asimanî ya Sûriyê kir

DYA êrîşî baregaha asimanî ya Sûriyê kir

Wezareta Parastinê ya DYAyê daxuyand ku wan bi zêdetirî 50 mûşekan baregaheke asimanî ya rejîma Sûriyê lêdane. Serokê DYAyê Trumpdestnîşan kir fermana êrîşê ji teref wî bi xwe ve hatiye dayîn.

Ji teref Wezareta Parastinê ya DYAyê ve hat daxuyand ku bi zêdetirî 50 mûşekên Tomahawkê baregaheke asimanî ya rejîma Sûriyê hatiye  lêdan. Hat ragihandin mûşek ji keştiyeke Behra Spî hatine berdan.

Di derbarê mijarê de rayedarekî eskerî diyar kir ew difikirin ku ew baregaha ku ji teref wan ve hatiye lêdan di êrîşên asimanî yên kimyewî de dihat bikaranîn û ew ê ev tiştên ku hatine kirin  heta talîmateke din bi vê yekê sînordarbin.

Serokê DYAyê Donald Trump jî di daxuyaniya ku di derbarê êrîşa hewayî ya ku li Sûriyê hatiye kirin de  destnîşan kir fermana êrîşê ji teref wî bi xwe ve hatiye dayîn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.