DYA: Me ji bo îptala wîzeyê li Adil Oksuz geriya

DYA: Me ji bo îptala wîzeyê li Adil Oksuz geriya

Piştî ku derket holê, piştî 6 rojan ji teşebûsa darbeyê ji konsulxaneya DYAyê telefon ji Adil Oksuz re hatiye vekirin re ji teref konsulxaneya DYAyêdaxuyaniyek hat dayîn.

Îddîanameya di derheqê Adil Oksuzê ku teşebûsa darbeya 15 Tîrmehê îdare dikir hat temamkirin. Di îddîanameya ku ji teref Serdozgeriya Komare ve hat tertîpkirin de hat diyarkirin di 21ê Tîrmehê ji Konsûlxaneya DYAyê ya Stenbolê bi telefonê  li Adil Oksuz hatiye lêgerîn. Piştî ku ev yek derket holê ji teref konsulxaneya DYAyê  daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin:

“Di 21ê Tîrmeha 2016an de ji Serkonsulxaneya Stenbolê ya DYAyê ji Adil Oksuz re telefon hatiye vekirin. Wê rojê Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê ku Temsîlkarê DYAyê ya Tirkiyê geriya û di warê nerevîna Adil Oksuz de alîkarî teleb kir. Piştî vê yekê me vîzeya Adil Oksuz îptal kir û li gor yasayên DYAyê me li Oksuz geriya û me hewil da di vî warî de wî agahdar bikin.”

Piştî ku Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê li Temsîlkarê DYAyê ya Tirkiyê geriya û di warê nerevîna Adil Oksuz de alîkarî teleb kir re ji Adil Oksuz re vekirina telefonê rastiya ku Amrîka li pey darbê ye biqewettir dike.

Her çiqas di daxuyaniyê de sedema lêgerîna Adil Oksuz agahdarkirin be jî  heta îro di vî warî de tu daxuyanî nehat dayîn û  meqamên rayedar ên Tirkiyeyê nehatin agahdarkirin ku ev yek jî dîqqet dikşîne.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.