DYA û Ûris ber bi şerê ve diçin

DYA û Ûris ber bi şerê ve diçin

Serokwezîrê Ûris Dmîtrî Medvedev diyar kir piştî ku DYA êrîşê Sûrî kiriye DYA û Ûris ber bi şerê û pevçûnê ve çûne.

Piştî ku DYA êrîşê Sûrî kir Serokwezîrê Ûris Dmîtrî Medvedev, li ser hesaba xwe ya facebookê daxuyanî da.

Medvedev, li ser malpera facebookê pdiyar kir ev yek dide nîşandan ku dê DYA, bi rejîma Sûrî re micadele bike. Medvedev, diyar kir ku bi vê yekê DYA û Ûris ber bi şerê ve diçin.

Medvedev wiha diyar kir: “Ev êrîş, bê pejirandina NYyê hatiye lidarxistin. Her wiha di derbarê vê operasyona leşkerî de di Kongreya DYAyê de agahandineke berê ya di derheqê operasyoneke leşkerî de nehat dayîn.” (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.