Ebdulqadir Molla Hat Îdamkirin
Li Bangladeşê hikûmeta laîk û dijminê Îslamî, dixwaze rê li ber pêşveçûn û Îslam û mislumanan bigre.
Li Bangladeşê hikûmeta laîk û dijminê Îslamî, dixwaze rê li ber pêşveçûn û Îslam û mislumanan bigre. Ji lew bi hincet û bihaneyan li çend endam û lîderên Cemaeta Îslamî cezayê îdamê birîye.
Yek ji wan lîderê Cemaetê Ebdulqadir Molla bû. Bi bihana ku di 1971ê de sûcê herbê kiriye, çendakî berê cizayê îdamê li Ebdulqadir Molla hatibû birîn. Hikûmeta Bangladeşê digel tepkî û bertekên dinyayê jî, do lîderê Cemaeta Îslamî Ebdulqadir Molla îdam kir.
Hat gotin ku heyeta mehkema temyîzê di celseyê de beyan kiriye ku Ebdulqadir Molla di hukmê 15 rojan de dikare ji serokdewletê daxwaza effûyê bike.
Feqet li gorî beyanên parêzerê wî, lîderê Cemaeta Îslamî teleba effûyê redd kiriye.
Ebdulqadir Molla beriya îdamkirina xwe xanim û zarokên xwe dît û ji wan re wiha got: “Tek sûcê min ew e ku ji ğeyrî Xweda min tu kesî evdîtî nekiriye. Ji ber ku ez mensûbê hereketa îslamî me, ez têm îdamkirin. Ew ê şehadet serkeftina heyata min be. Wê xwîna min hereketa Îslamî rake ser piya û dawiya otokratên dijminê îslamê bîne. Bi lutfa xweda min serê xwe ji tu bêedaletiyê re netewandiye.”
Tê îfadekirin ku serokdewleta Bangladeşê Şêx Hasîna, ji bo timaya hilbijartinên mehek pêşde vê qirara îdamê daye înfazkirin. Parêzerê Molla jî beyan kir ku hikûmet ji windakirina hêz û desthilatdariya xwe ditirse.
Li ber înfaza îdamê tepkî tên nîşandan. Teşkîlata Effûyê ya Navneteweyî diyar kir ku îdamkirina Ebdulqadir Molla tiştekî şermamîz e, wê înfaza îdamê bibe sebebê şîddetê.
Berdevkê sekreterê dewletên Yekbûyî Martîn Nesîrky jî înfaza han rexne kir. Lîderê Cemaeta Îslamî ya Pakistanê Liyaqat Belûç jî da zanîn ku bi qetilkirina Ebdulqadir Mollayê, edalet û însaf hatiye înfazkirin.
Pey îdamê paytext Daqqa di serî de li gelek bajaran protesto hatin lidarxistin. Di pevçûn û hadîseyan de 15 kes hatin kuştin. Cemaeta Îslamî ji alîgirên xwe xwest ku ji şîddetê dûr bin, her wiha diyar kir ku ji bo 15ê kanûnê qirara greva giştî diyar kir.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.