Ebû Ubeyde bang li ummetê kir: Bila di hemû camîyan de bi duayên qunûtê ji Xwedê zeferê bixwazin

Ebû Ubeyde bang li ummetê kir: Bila di hemû camîyan de bi duayên qunûtê ji Xwedê zeferê bixwazin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde got, “Di nav van mehên mibarek de di hemû mescîdên dinyayê de di qîyam û qunûtan de ji Xwedê, ji bona ku ji mominan r ezeferê bexş bike, ji bona ku zalimên sûcdaran mexlûb bike gelek daxwazîyan bikin.”

Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ûbeyde di roja 100 emîn a Tofana Aqsayê de, ji roja meha mijdara 2023an vir ve cara ewil bi vîdyoyê peyam da. Ebû Ûbeyde di axaftina xwe de peyam û mesajên muhîm da.

Ebû Ubeyde got, ji be qetlamên rejima sîyonîst bersiv û cewabek ji xeynê Tofana Eqsayê tunebû me bidana rejima îşxalê.

Ebû Ubeyde di axaftina xwe de durûtiya rojavayî yanî alema xerbê wiha anî ziman, “Eger li rû erdê edalet hebana dihat gotin wê çek û sîlahên îşxalê ji destê wan bigirin. Bên mahkemekirin.”

Ebû Ubeyde destnîşan kir, zaiyetên mezin danin rejima sîyonîst. Di sed rojê de hezar wesayitên eskerî yên rejima sîyonîst îmha kirine.

Ebû Ubeyde got, digel maddî û hêza mucahîdên Fîlîstînê kêm e jî bi sedan operasyonên serkeftî li dijî rejima sîyonîst lidarxisinin.

“Digel hêz û quwetta madî û eskerî li hember rejima îşxalê gelek kêm e jî, serkeftinek mezin nîşan daye. Mucahîdên me bi alîkariya Xweda di vê sed rojê de yekitiya safên xwe parastin. Axên xwe parastin. Baweriya xwe li dijê dijmin zêde kirin. Fedekariyên xwe mezin kirin. Destanên heta nehatinin nivisandin nîşan dan. Di vê wextê de qabîlyetên xwe yên mucadeleyê bi hêzkirin. Gelek esker sûbayên dijmin kuştin û birîndar kirin.”

Ebû Ûbeyde dijminê sîyonîst hedef girtin, muhîmat û çekên wan bi piranî wan aîdê Tûgayên Qessam e û ji teref qasam ve hatine îmalkirin.”

Ebû Ubeyde wiha dewam kir, “Rejima sîyonîst negihîşt hedefên xwe. Tu êsîrek xelas nekireye. Dijminê ku behsa fuze û tunellan dikin hemû derew in. Êdî hemû cîhan henekên xwe bi van derewan dikin.”

Berdevkê Qessam got, kengî roja wê were wê derewên wan bi belge û delîlan eşkere û îspat bikin.

Ebû Ubeyde di axaftina xwe de mucahîdên Lubnanê, Yemenê, Iraqê û hemû mucahîdan silav kir û got şîna wan digirin. Ebû Ubeyde bang li misilmanên cîhanê jî kir:

“Rejima sîyonîst li Xezzeyê camî piranî xira kir. Bila haya du mîlyar misilmanê jê hebe. Ev wezîfeya me ye ku em we pêbihesînin. Dijmin camiyên li Xezzeyê xira kir. Azan û nimêj sekinandin, bi vê awayê bi eşkere dijmintî bi Îslamê re îlan kirin. Şer danin destpêkirin. Em bangê li hemû misilmanên rûyê erdê dikin, kesên ku zêde nerazîbûnên xwe nîşan nadin, qet nebe di vê meha pîroz de di camiyan de dua bikin da ku Xwedê zaferê bide ebdên xwe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.