Ebû Ubeyde: Di nav hefteyekî dawîn de herî kêm 62 leşkerên îşxalê û 68 wesayîtên îşxalê hatin îmhekirin

Ebû Ubeyde: Di nav hefteyekî dawîn de herî kêm 62 leşkerên îşxalê û 68 wesayîtên îşxalê hatin îmhekirin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, daxuyand ku micahîdan di nav hefteyekî dawîn de li dijî terorîstan operasyonan li darxistin û di encama wan operasyonan de herî kêm 62 leşkerên îşxalê hatin kuştin.

Ebû Ubeydeyê Berdevkê Tûgayên Qessam derbarê çalakî û operasyonên ku di heftîyeke dawî de li dijî îşxalkeran hatin kirin de daxuyanîyek belav kir û balan kişand zirara ku mucahidan dane îşxalkeran.

Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe de diyar kir mucahidan di heftîyeke dawî de 57 operasyonên serkeftî tertîp kirine ku di operasyonan de 53 îşxalker ji nêz ve û 9 îşxalker jî bi çekên nîşangir hatin kuştin.

Ebû Ubeyde di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di van operasyonên ku li dijî îşxalkeran hatin lidarxistin roket, mayîna antî tankê û çekên mîna van hatin bikaranîn û di encama operasyonan de 68 wesayîtên îşxalkeran hatin bêtesîrkirin.

Ebû Ubeydeyê ku diyar kir ew 2 balafirên keşfê ya bi tîpa sky dane erdê ku di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ew 2 ji wan dronên xwekuj bi tevahî kontrola 8 balafirên bêînsan bi dest xistine û ew li temamê cepheyan bi topên hewanê û fûzeyan siyonistên îşxalker hedef girtine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.