Ebu Ubeyde: Di nav sê rojan de 72 wesayîtên îşxalê hatin îmhekirin, bi dehan îşxalker jî hatin kuştin

Ebu Ubeyde: Di nav sê rojan de 72 wesayîtên îşxalê hatin îmhekirin, bi dehan îşxalker jî hatin kuştin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde, derheqê çalakîyan de agahîyan da û diyar kir, micahîdan, li Xezzeyê di nav 72 seatên dawîn de 72 wesayîtên îşxalê bi temamî an jî bi qismî îmhe kirin, bi dehan leşkeran jî kuştin û birîndar kirin.

Ebû Ubeyde, di qenala xwe yê Telegramê de bi niviskî daxuyanî belav kir û diyar kir ku mîcahîdan li Xezzeyê di hemû cepheyan de 72 wesayîtên sîyonîstan bi temamî an jî qismî îmhe kirin.

Berdevkê Qessam di daxuyanîya xwe de weha got:

“Micahîdên me, di encama operasyonên ku di nav 72 seatan de lidarxistin de, bi tevahî 72 wesayîtên leşkerî (tank, barkêşê perrsonel yê bi zirx û qilêder) bi temamî an jî bi qismî îmhe kirin.

Bi çalakîyên fuze, roket û hewanan ku li dijî sîyonîstan hatin lidarxistin 36 leşkerên sîyonîst hatin kuştin, di pevçûnên ku di mesafeya sifir de bi îşxalkeran re hatin lidarxistin de gelek îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin.

Micahîdên me ji ekîbên ku ji bona tehlîyeyê hatibûn re jî bi mayîn, bombeyên destan, antî personel û fuzeyên ku sitargehan qul dike çalakî li dar xistin, bi îşxalkeran re di mesafeya sifirê de pevçûn pêk hatin.

Yekîneya me ya nîşandaran, li Xezzeyê di gelek herêman de li dijî sîyonîstan operasyonên nîşandaran lidarxistin û di encama van operasyonan de gelek îşxalker hatin kuştin.

Ji herêmên îşxalkerên sîyonîstan re jî bi fuzeyan çalakî hatin lidarxistin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.