Ebu Ubeyde: Dijmin, digel îmkanên xwe nikare derkeve hemberî micahîdên me

Ebu Ubeyde: Dijmin, digel îmkanên xwe nikare derkeve hemberî micahîdên me

Berdevkê Tugayên Qassamê Ebu Ubeyde, bal kişand ku rejîma îşxalker digel ew qas xwedîyê îmkanan in û ji wî re ew qas destek tê jî nikare derkeve li hember micahîdan.

Ebu Ubeyde derheqê operasyona Tofana Eqsayê de peyameke bi vîdeoyî parve kir.

Ebu Ubeyde di peyama xwe de weha got:

“Dijmin, digel ku ewqas xwedîyê amûrên leşkerî û teknolojîyê ye û ewqas desteka welatên zilimkar û bêedaletan ji wan re tê dayîn heta niha ji 60 seatî zêdetir e nikare derkeve li hember micahîdên me.”

Ebu Ubeyde dîyar kir ku ew bi alîkarî û qeweta Xwedê Teala di gelek cîhan de micadeleyê didin û daîma di sehayê de teqwîyeya çek, cebilxane û şexisan dikin û digel ewqas van tiştan êsîran jî bidestdixin.

Ebu Ubeyde di berdewama axavtina xwe de weha îfade kir, “Dijmin, hêrsa xwe li ser xelk û milletê me yê Xezzeyê vedireşe. Çeteyeke hov bazaran, kolanan û sîvîlan hedef digre û bi vê şeklê heyfa neserfirazîya xwe distîne.”

Ebu Ubeyde îfade kir ku ew ê meseleya êsîran mizakere nekin, bêguman ew ê wan êsîran di teqesa êsîrên Fîlîstînî de bikar bînin.

Ebu Ubeyde di axavtina xwe de weha got, “Şikir ji Xwedê re ku bi sîstema kontrola komutayê ku gelek tesîrdar e hêna jî rewşa herbê kontrol dikin. Û em di berdewamkirina vê herbê de ji bo demeke dirêj amade ne. Em ê xelkê xwe biparêzin, em ê heyfa xwîna zarokên xwe, pîrekên xwe, mezinên xwe û pîrozîyên camîyên xwe bistînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.