Ebû Ubeyde: Dijmin, xeyrî mexlûbiyetê tu tiştekî bi dest naxe

Ebû Ubeyde: Dijmin, xeyrî mexlûbiyetê tu tiştekî bi dest naxe

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, bal kişand ku berxwedan wê şera xwe yî li dijî dijminên sîyonîstên îşxalker bidomîne, dijiminê sîyonîst xeyrî fedî, mexlûbiyetê tu tiştekî bi dest naxe.

Ebû Ubeydeyê Berdevkê Tûgayên Qessamê, piştî roja 200.ê hereketa Tofana Eqsayê peyamekî bi vîdeoyî parve kir.

Ebû Ubeyde di gotinên xwe de werê got:

“Senaryoya herî mihtemel a bê dubarekirin a ji bo êsîrên îsraîlî yên li Xezzeyê, senaryoya Ron Aradê ye. Piştî 200 rojên dina Tofana Eqsayê, dijminê kujer hêjî ji bo rast kirina îmaja xwe dixebitin. Dijmin hêjî çikilîye kûmên Xezzeyê. Dijmin li Xezzeyê ketin feqê. Dijmin xeyrî fedî û mexlûbiyetê tu tiştekî dest naxe. 200 roj û berxwedana me ya li Xezzeyê weke çîyayan zexm e. Me tenê hindik êrîşên xwe yên li dijî dijmin qeyd kir. Heta ku êrîşkarîya û hebûne dijmin li nav erdê me hebe wê berxwedana me jî hebe. Hêzên dagirker hewl didin, cîhanê bidin bawerkirin ku hemû komên berxwedanê ji holê rakirine. Ev dereweke mezin e. Dijmin di nava 200 rojan de ji bilî komkujî, wêrankirin û kuştina sivîlan tiştek bi dest nexist.

Em ji mafên bingeh naqerin ku ên di serî de vekişîna dijmin, rakirina dorpeçî û vegêrana kesên ji malên xwe hatine derxistin hene.

Dijmin dixwaze ji wadên xwe yên ku di mizakereyan de dane biqere û dixwaze hîn bêhtir wextê qezenç bike. Zextên leşkerî yên qaşo me tenê teşwîqî parastina cîhên xwe, parastina mafên gelê me û îhmal nekirina wan dike.

Em hemû hewldanên leşkerî û gelerî yên ku di şerê Eqsayê de cih digirin, bi taybetî li cepeyên şer ên li Lubnan, Yemen û Iraqê teqdîr dikin. Bertekên hîsterîk ên li hemberî çalakiyên berxwedanê yên li cepeyên cuda girîngiya operasyonên berxwedanê nîşan dide. Cepeya berxwedanê ya yekemîn cepeya Şerîa Rojava ye û em her santîmekê Şerîeya Rojava ya azad û serbilind silav dikin.

Berteka Îranê ya li dijî dijmin, ji hêla firehî û wesf ve rê û rêbzên nû çêkir û hesabên dijmin xerakir. Em ji bo piştgirîya berxwedanê bang dikin girseyên gel ya ummeta xwe û dixwazin ku hewldanên xwe bila zêdetir bikin. Berxwedan wê sadiqî fidakariyên gelê xwe bibe, êş û hêvîyan wan di nava me de jî heye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.