Ebu Ubeyde: Em însanên azad yê ummetê banga seferberîyê dikin

Ebu Ubeyde: Em însanên azad yê ummetê banga seferberîyê dikin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde weha got, “Dijminê Nazî-Sîyonîst, li dijî xelkê me êrîşên xwe yên hovane didomîne û ji sîvîlan heyfa xwe distîne. Em ji hemû şervanên xelkê xwe, însanên azad yê ummeta xwe, mirovên ku îşxalê red dikin re banga seferberîy

Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde ve hat belavkirin de weha hat gotin:

- Dijminê Nazî-Sîyonîst, li dijî xelkê me êrîşên xwe yên hovane didomîne û ji sîvîlan heyfa xwe distîne.

- Îlankirina armanca rakirina berxwedanê ya ji holê, gotinekî ku îsraîlê qatil di nav xwe de diqede û ji bona ku rastgirên nav xwe tetmîn bike hatîye gotin e.

- Em cardin dibêjin qezenca ku êrîşa bejahî bidestxistîye tenê xerakirin û kuştin e, xeyn ji vana tiştekî jî nîne.

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde derheqê çalakîyên ku kirine de jî agahîyan da û weha got:

- Micahîdên me bi dijminê ku berîya qedandina agirbestê û piştî agirbestê ketibûn nav cepheyan de hatin ber hev û rûbirûbûna xwe didomînin.

- Micahîdên me di nav 10 rojan de 180 wesayîtên leşkerî “tank, barkêşê leşkeran, buldozerên leşkerî” bi temamî an jî bi qismî îmhe kirin.

- Li dijî hêzên îşxalê ku di nav avahîyan de xwe veşartine, bi fuzeyên antî-personelê di mesafeyekî sifir de çalakî hatin lidarxistin.

- Micahîdên me ji wesayîtên sîyonîstan re bi fuzeyên El-Yassîn 105an, Tandomê û Şawazê çalakîyan lidarxistin. Me di vê çalakîyê de gelek leşkerên îşxalê kuşt.

- Tûgayên El Qessam, li herêmên nêzê Xezzeyê ji Eskalan, Beer’îseba û Tel Avîvê re fuzeyên cuda avêtin.

- Me gelek operasyonên taybet wek hedefgirtina hêzên peya, çalakîyên nîşandar, teqandina mayînan lidarxist.

- Dijmin, li Quds û giştîyê Şerîaya Rojavayê hêna jî êş û janên giran tehm dike.

- Dijmin di hemû pevçûnan de mexlûp bûye û ger ev berdewam bike jî wê mexlupbûna wê bidome.

- Hêna jî dijmin ji me derbeyan distîne, yê ku were jî ew ê derbeyekî mezin be.

- Ti rêyekî me yê xeyn ji herbkirina li dijî qetlîaman nemaye.

- Em ji hemû şervanên xelkê xwe, însanên azad yê ummeta xwe, mirovên ku îşxalê red dikin re banga seferberîyê dikin ku bi dijmin re herbê bikin û çalakîyan lidarbixin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.