Ebu Ubeyde: Me di nav 72 seatên dawîn de 135 wesayîtên leşkeran îmhe kir, bi dehan leşkerên îşxalê kuşt

Ebu Ubeyde: Me di nav 72 seatên dawîn de 135 wesayîtên leşkeran îmhe kir, bi dehan leşkerên îşxalê kuşt

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde, derheqê rewşa dawîn de agahîyan da û diyar kir ku micahîdan, li Xezzeyê di nav 72 seatên dawîn de 135 wesayîtên leşkeran îmhe kirin, bi dehan leşkeran jî kuştin an jî birîndar kirin.

Ebu Ubeyde, di qenela Telegramê de bi niviskî daxuyanîyek belav kir, wî di daxuyanîya xwe de îfade kir ku micahîdan di nav 72 seatên dawîn de di cepheyên li Xezzeyê de 135 wesayîtên leşkeran an bi temamî îmhe kirine an jî zerarê dane.

Ubeyde, îfade kir ku Micahîdan xeyn ji van çalakîyan, tinel û xanîyan jî bombe kir û bi dehan leşkerên dijmin jî kuştine û birîndar kirine

Ubeyde weha got: “Yekîneyên sîyonîst ku ketibûn nav tax û kolanan, bi teqemenî û cebilxaneyên li dijî tehqîmatê hatin hedefgirtin û di mesafeyên sifir de hatin kuştin. Micahîdên me xeyn ji van çalakîyan bi hewanên ku menzîlên wan kin in û fuzeyan herêmên ku leşker lki wê derê kom dibin hedef girtin, ji hedefên cuda re bombe û roket hatin avêtin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.