Ebu Ubeyde: Me heta niha 720 wesayîtên îşxalê îmhe kir û heta ku êrîş nesekinin wê mizakere çênebin

Ebu Ubeyde: Me heta niha 720 wesayîtên îşxalê îmhe kir û heta ku êrîş nesekinin wê mizakere çênebin

Qetlîamên îşxalkerên sîyonîst ên ku ji Emrîqa û Ewrupayê destekê distînin didomin, micahîdan jî li dijî çeteyên sîyonîstan berxwedanekî mezin nîşan didin.

Berdevkê tûgayên qessam Ebu Ubeyde, derheqê operasyonên ku micahîdan li dijî îşxalê lidarxistine de agahîyan da.

Ebu Ubeyde îfade kir ku li ser êrîşên rejîma îşxalkeran du meh derbas bûye û micahîdan hêna jî li hember îşxalê berxwadanê nîşan didin û digel cebilxaneya mezin yê neyar zayîatên mezin dide îşxalê.

Ubeyde îfade kir ku ew hêzên îşxalê bi kemînan kaşê xwe dikin û di encama wan kemînan de bi dehan leşkerên îşxalkeran kuştine û birîndar kirine.

Hat diyarkirin ku micahîdan li serê êrîşan heta niha 720 wesayîtên îşxalê îmhe kirine.

Hat destnîşankirin ku micahîdan di hefteya borî de ji 15an zêdetir operasyonên nîşandarîyê li dar xistine, xeyn ji van operasyonan ew bi çek û bombeyan ji 12 caran zêdetir pevçûn jî bikaranîtine. Hat ragihandin ku ew li hember wesayîtên îşxalê çalakîyên teqemenî û fedaîyê bikaranîtine.

Ebu Ubeyde daxuyand rejîma îşxalker cîhên vala hedef digre ku bila mirovan bixapîne ku ew zeferê bidestxistîye, Ubeyde weha got “Dijmin, ji tecrûbeyên dîrokê ji xwe re dersan dernexistîye ku, berê jî ew serok û micahîdên xelkê me qetil kiribû lê xwîna wan ji me re zeferê anîtibû.”

Ebu Ubeyde weha got, “Hedefa neyaran a rakirina ji holê yê berxwedanê ji neserfirazîyê re mehkum e û ev bûye tiştekî rast ku derheqê wî de nîqaş jî nayê kirin”.

Ebu Ubeyde di axavtina xwe de weha got, “Ger ku em qala xelaskirina êsîran bikin jî, êrîşên neserfiraz yê dijmin, gotina ku me ji serê herbê vir ve gotîye yanê me digot ku rêya tenê yê çareserîya vê meseleyê pevguhertin e û ev tişt jî hatîye îspatkirin. Ger ku êrîş berdewam bikin ne ku êsîrên leşker bên berdan ew ê êsîrên sîvîk jî neynê serbest berdan. Ger ku neyar û alîgirên wî, dixwazin ku êsîr sax bimînin, çareya wan yê dawîkirina êrîşan cudatir tiştekî dinê tineye û ev qerarekî ku nayê veguhertin e.”

Ebu Ubeyde di berdewama axavtina xwe de , ji micahîdên Libnan û Yemenê re jî ji ber ku destekê didin wan silavê şand. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.