Ecowas, Dixwaze Bi 5 Hezar Eskeran Mudaxela Malî Bike

Ecowas, Dixwaze Bi 5 Hezar Eskeran Mudaxela Malî Bike

Li parzemînê Efrîkayê li welatê Maliyê, mucahîdên Îslamê hêla bakurê welat xistine bin kontrola xwe.

Li parzemînê Efrîkayê li welatê Maliyê, mucahîdên Îslamê hêla bakurê welat xistine bin kontrola xwe. Li wir li gor hukmê Îslamê îdara herêmê dikin. Feqet hinek welatên qûqlayên Emrîka ji wan ne razîne û naxwazin ku li bakura welatê Maliyê musluman hakimbin.

Xeberên ajansan diyar kirin ku ECOWASa yekîtiya welatên rojavayê Efrîka, teklîf kir ku bi 5 hezar û 500 eskeran, mudaxela Maliyê bike da ku bakura welêt ji kontrola muslumana derxe.

Wezîrên karên derve û parastinê û sererkanên welatên rojavayê Efrîkayê, li Abuja paytexta Nîjeryayê civiyan. Di civînê de hejmara 3 hezar û 200 eskerî ya ku berî niha hatibû pêşniyar kirin, hindik hat qebûl kirin. Eskerên ku ne ji welatên mensûbê yekîtiyê bin jî, wê bên qebûl kirin. Ji Efrîka Başûr, Morîtanya, Fas, Lîbya, Cezayîr û Çadê jî temsîlkar dawetî civînê bûn. 

Wezîran diyar kirin ku beriya mudaxela eskerî, dixwazin bi diyalogê meselê çareser bikin. Wekî tê zanîn li Maliyê di meha Adara borî de eskeriyê li hikûmetê derbe kiribû û di demeke kin de berxwedêrên Tûaregê jî tevlî mucahîdên Îslamê bûbûn û hêla bakurê welêt xistibûn bin kontrola xwe. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.