Edalet û Hiqûq Ji Bo Kê Ye
Xaltîka Xalîse Jî Kurê Xwe Nedît û Çû Ber Rehmet Xweda
Li Tirkiye edalet û hiqûqa bûye pepûk, tenê ji bo Ergenekon û derbekar û zînakar û diz û xortimciyan, heqên însana tîne cîh. Lewra van kesan tenê xeta kirine, divê bên effûkirin, belkî li xwe hayî bibin, û dev ji xerabiyên xwe berdin, ji ber vê yekê jî, lazime heqê wanî însanî winda nebin. Lê kesên dîndar û azadîxwaz û xêrxwaz sûcdar in, ji bo dewletê talûkene. Ew û van kesê din ma dibin yek?
Haci Bayancûk, di 2001ê de li Edenê, di operasyoneke polîsên çekdarên xisûsî de hatibû girtin. Mehekê di bin îşkenca emniyetê de hat perîşan kirin. Ji doza hîzbûllah ceza endamtiyê ya bilind lê hat birîn. Yargitayê ceza wî hindik dî, qirara mehkemê xera kir û dîsa mehkemekirina wî xwest. Mehkemê îcar ceza îdarevaniyê lê birî. Lê dilê yargitayê rihet nebû, dosya wî dîsa şand. Mehkemê paşî jê re ceza muebbetê birî. Ji ber te’deyên di bin îşkenca emniyetê de, problemên sihhetê lê peydabûn. Digel nexweşî û perîşaniyeta wî, wî jî mîna gelek mehkûmên din, sewkî hepsek ji memleket dûr kirin.
Diya wî xaltîka Xalîse, ji ber yextîyarî û nerihetiya xwe, ev serê 3 sala bû ku, nikaribû biça ziyareta kurê xwe. Dê û zarokên Haci Bayûncûk, gelek caran muracaet kirin ku sewka wî derkeve hepseke nêzîk. Lê mixabin hiqûq û edaleta Tirkiyê, kesên dîndar ğeyrî hiqûqî û ğeyrî edaletê dibînin, vê muracaet jî, weka yên gelek kesên dindarê din nehat qebûl kirin.
Xaltîka Xalîse Bayûncûk, mîna xaltîkên Rana Baran, Arabî Aykan û Şerîfe Adem bi hesreta kurê xwe, vê sibehê çû ber rehma Xwedê. Xaltîka Xalîse, bi dua û destekên dost û meriv û hezkiriyên Hacî Bayûncûk ve, hat definkirin. Lê li hiqûq û edaletê nifir bariyan. Kurê Haci Bayûncûk Mûxlîs Bayûncûk wiha xeber da “Digel rapora nexweşiya bavê min jî, wî sewkî Tokatê kirin. Pîra min, tim navê bavê min digot. Di xwest ku di dawiya umrê xwe de kurê xwe bibîne. Feqet vê xwestinê jî, jê re pir dîtin. Niha emê bi rapora mirina pîra min, muracaet bikin ku bavê min were teziyê.”
Tê meraq kirin ku gelo wê hiqûq dîsa bibe pepûk, yan wê îzna hatina teziyê bidin Haci Bayûncûk (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.